This site uses cookies to store information on your computer. I'm fine with this Cookie information

Pêkanîna testê

Testing - Kurdish Kurmanji

Pêkanîna testê 

Çima divê ji bo nexweşiyên STIs'ê test bidî? 

Eger nîşaneyek hebe ku renge ji ber nexweşiya STIs'ê be û her wiha eger hevparê zayendî guherî an hevparekî zayendî yê tûşbûyî bi nexweşiya STI'yê hebû, divê test bidî. Pirraniya kesên tûşbûyî bi nexweşiya STI'yê, nîşaneyeke wan tuneye, ji ber vê yekê di rewşa hebûna rîska tûşbûna bi înfeksiyonê û eger vê dawiyê test nedane, hertim baştir e ku test bidî. 

Nîşaneyên berbelav lên STI'yê 

  • mîzkirina êşbar 
  • hesta xurîn û şewata derdora vajînayê 
  • teşenekirina ne-asayî ya vajîna an qûnê 
  • peqik (blister), birîn, werimîn an rabûna derdora vajîna an qûnê 
  • xwînhatina navbera du peryodan an piştî têkiliya zayendî 
  • têkiliya zayendî ya biêş 
  • êşa bin zik 
  • diyarbûna pirzikên sor li ser tevahiya leşî hevrê di gel nîşaneyên Flûyê 

Kengê divê test bidî 
Eger nîşane hebûn an eger ketiyî ber înfeksiyonekê gelekî girîng e ku heta radeya pêkan e ku bilez test bidî. Ji bo girtina dora serdanê telefonî hejmara 0141 211 8130 bike. 
 
Eger elamet tunene, baştir ev e ku sebr bikî, derketina elametên înfeksiyonê di leşî da û erênîbûna encamên testê hinekî dem dibe. Ji kerema xwe beriya testê agahiyên jêr bixwîne. Eger gelekî zû test bidî, renge encam durust û deqîq nebin. 

  • Encama testa Klamîdiya (chlamydia) û Sûzakê (gonorrhoea) 2 hefteyan piştî têkiliya zaynedî erênî dibe 
  • Encama testa HIV’yê 45 rojan (derdora 6 hefteyan) piştî têkiliya zayendî gelekî deqîq e 
  • Encama testa Sîflîsê (Syphilis) 12 hefteyan piştî têkiliya zayendî erênî dibe 

Eger di heyama 72 saetên borî da tu ketiyî ber vîrûsa HIV'yê, ji kerema xwe bi hejmara 0141 211 8130 telefonî me bike, ji ber ku renge hewcetiya te bi derman,PEP, ji bo pêşîlêgirtin ji lewitîna bi vê vîrûsê hebe. 

Şêwaza girtina dora (nobeta) hevdîtinê 
bi hejmara 0141 211 8130 telefonî Sandyford'ê bike. Eger tu bi zimanê inglîzî naaxivî, tu dikarî di dema serdanê da ji wergêrekî alîkariyê werbigirî. Dema dorgirtina ji bo serdanê, ziman û devoka xwe ji me ra bibêje û em ê wergêr ji bo te dabîn bikin. 

Ji bo wergirtina agahiyên zêdetir derbarê Xizmetên Wergêr tu dikarî serdana malpera jêr bike 

https://www.sandyford.scot/sexual-health-services/i-need-an-interpreter/ 

Şêwaza dayîna testê 
 
dayîna testê bi rastî hêsan e. Beriya pêkanîna testê, em ê derbarê rewşa giştî ya tendurustî û têkiliyên te yên zayendî çend pirsan bipirsin da ku em bikarin testine durust pêşniyarî te bikin. Bi giştî, ji hemî kesan ra testên Klamîdiya, Sûzak û Sîflîs û HIV'ê tê pêşniyarkirin. Carinan ji bo înfeksiyonên din jî test ji te tê girtin ku di vê rewşê da, heman rojî em ê bi te ra biaxivin. 
HIV û Sîflîs bi girtina nimûneya xwînê tên testkirin. Klamîdiya û Sûzak ji bo jinan bi Swab'ê û ji bo mêran bi nimûneya mîzê û eger hewce bike bi Swab'ê tê testkirin. Eger nîşaneyeke te ya nexweşiyê tuneye, tu dikarî bi xwe nimûneyan bigirî. 

Agahiyên pirtir derbarê Klamîdiya (Chlamydia); Sûzak (Gonorrhoea), Trîkomionas (trichomonas), Nexweşiya Hawkirina Qorîkiyê (Pelvic inflammatory disease), Sîflîs (Syphilis), Pizirokên Şerimgehî (Genital herpes), Balûkên Şermgehî (Genital warts), LGV, Lice'ya binzikî (Pubic lice), Devûgerû an Berfik (Thrush) dikarî li Agahiyên NHS'ê bibînî – Din her rûpeleke webê da, lînkek bo wergeran li stûna aliyê rastê heye: 

https://nashonlinebooking.com/onlinebookingsystem/en/?hbref=7303069 

Parastina sirr û nihêniyan 

Li gorî qanûnên parastina sirr û nihêniyan, agahiyên te yên kesane bêyî destûra te dê nekevin ber destê kesekî din, meger ku ji hêla qanûnî va em erkdar bin ku agahiyan aşkira bikin, an jî eger bi nêrîna me tu an kesekî din li ber xeterê bî an xeterek li dijî tendurustiya te hebe. Em ji te dixwazin ku dema ku serdana me dikî, navê xwe yê rastîn bi kar bînî, navê te dê li arşîva elektronîk a Sandyford'ê wek nihênî bimîne. 

Derbarê tendurustiya xwe ya zayendî bi me ra biaxive 

Ji bo ku dermanê herî baş werbigirî, dema serdanê, kedkarên Sandyford'ê çend pirsên taybet û hesas derbarê rewşa tendurustiya te û raboriya tevgerên te yên zayendî dê bipirsin, wek: 

  • têkiliya te ya zayendî ya herî dawî kengê bûye 
  • gelo te têkiliya zayendî ya neparastî pêk aniye 
  • gelo nîşane li te hene 
  • çima tu difikirî ku renge înfeksiyona te hebe 

Kedkar dê dadweriyê derbarê te nekin. Agahiyên ku tu didî me, ne me nabehicîne (şoke nake), ne jî cihê şermê ye, lê tu divê rastiyê bibêjî da ku em bikarin bi baştirîn awayî testê li ser te cih bînin, te derman bikin û pişta te bigirin. Tevahiya agahiyên ku tu raber dikî, dê bi awayekî nihênî li sîstema arşîna elektronîk bên tomarkirin û parastin, lê di rewşa lêvegera bo xizmetên din, em ê bi destûra te agahiyên te parve bikin. Di şert û mercên gelekî kêmdîtî da renge kedkar ji bo parastina te bi xwe, agahiyên te parve bikin. Eger tu bixwazî, tu dikarî kedkarên jin an mêr ji bo serdan û vîzîtê bibijêrî, lê eger klînîk qelebalix be, renge hinekî zêdetir ji dema asayî li bendê bimînî û dema girtina dora hevdîtinê, divê me ji vê bijartina xwe haydar bikî. 

Eger encama testa nexweşiyên têkiliya zayendî erênî be, ez ê çawa werim dermankirin? 

Eger ji te ra hat gotin ku encama testa STI'ya te erênî derketiye û divê werî dermankirin, klînîk dê demeke serdanê ji bo dermankirina te eyar bike. 

Agahiyên ku beriya hatinê, tu divê bizanî 

Hevdîtin ji 10 deqîqeyan ji bo pêkanîna testekê heta 90 deqîqeyan ji bo pêkanîna çend testa, têderxistina nexweşiyê û dermankirinê dê dem bibe. Dema serdanê, em ê hemî hewila xwe bidin ku bersiva gişt hewcetiyên te bidin, lê ji bo hin dermanan, pêwîst e ku ji bo wergirtina beşeka din a xizmetan, careke din serdana me bikî. 

Eger beriya dema serdanê nameyek bo te were şandin, di vê nameyê da dê hemî agahiyên pêwîst derbarê hevdîtinê bên hilêxistin. 

Dema hevdîtinê dê çi biqewime. 

Li gorî daxwaza wergêr, ew ê di dema serdanê da li kêleka te hazir bibe. 

Dema ku ez bigihêjim klînîkê, dê çi biqewime? 

Dema ku bigihêjî, berpirsê resepsiyonê dê xêrhatina te bike û karteke hejmardar, pakêteke pêkhatî ji agahiyan derbarê xizmeta têkildar, belgeyeke parastina sirr û nihêniyan ku derbarê şêwaza ragirtin û bikaranîna agahiyên kesane yên te şirove dike û formeke navnivîsandinê dê bide te. Berpirsa Resepsiyonê dê ji te bixwaze ku li ser kursiyê rûnî heta ku dora te were tomarkirin. Tu dikarî ji berpirsê Resepsiyonê bixwazî ku di tijîkirin û dagirtina forma navnivîsandinê da alîkariya te bike. Ji kerema xwe heta asta ku dikarî, pirraniya beşên formê dagire. 

Çiqas divê li bendê bimînim? 

Em hemî hewila xwe didin ku di dema herî nêzik a pêkan bo dema serdanê ku te jê ra dor girtiye, werî vîzîtkirin. Mixabin hin deman ev yek ne pêkan e. Eger tu ji bo dema serdanê hatî û 30 deqîqeyan li bendê mayî û kesekî bang li te nekir, ji kerema kedkarekî resepsiyonê haydar bike, ji ber ku ew dizanin ku çi qewimiye. Ji ber ku hevdem em çend klînîkan bi rê ve dibin, renge kesek ku piştî te digihêje, dewsa te zûtir were vîzîtkirin. 

Eger ez dereng bigihêjim, dê çi biqewime 

Em dizanin ku di hin babetan da nexweş derengtir ji dema serdana xwe digihêje. Eger tu dereng bigihêjî em nikarin misoger bikin ku em bikarin bi qasî tevahiya dema ku te jê ra dor girtiye, di xizmeta te da bin. Eger dereng bigihêjî, berpirsa Resepsiyonê dê di gel endamekî Tîma klînîkê hevaheng bike da ku were bi te ra biaxive. Heta dema ku ew were, divê li bendê bimînî. Ji bo hin klînîk û xizmetan eger tu dereng bigihêjî, em nikarin te vîzît bikin. Di vê rewşê da demeke din a serdanê dê ji bo te were diyarkirin. 

Dema şêwirînê ez ê çi kesî bibînim? 

Pirraniya xizmetên me ji aliyê tîma pisporên klînîkî va tên raberkirin ku li gorî xizmetê pêkhatî ji bijîşk, perestar, destyarên çavdêriya bijîşkî, şêwirmend an jî derûnnas in. Dema ku tu derbasî nav odeyê dibî, tevahiya kedkaran dê xwe ji te ra bidin nasandin. 

Eger tu dixwazî ku kesek bi zayendeke taybet te bibîne, ji kerema xwe dema dorgirtinê, vê yekê ji me ra bibêje. Her dema ku em bikarin, em ê hewil bidin ku daxwazên te dabîn bikin, lê em nikarin wê yekê misoger bikin. 

Çawa test ji min tê girtin? 

Divê nimûneya xwîn û mîzê bidî. Hin testan hewcetî bi Swab'a vajînayê û li gorî zayenda nexweş, hewcetî bi swab'a gewrî û qûnê hene. Renge nexweşan hesteke rihetiyê di gel vê cûreya nimûnegirtinê tunebin, lê kedkarên klînîkê di pêkanîna van testan da jêhatî û pispor in, ji ber vê yekê tu yê bo kesên pispor werî spartin. Di hin testan da pêwîst dike ku bijîşk vajînayê muayîne (lênêrîn) bike. Eger ji bo muayîneyê di gel bijîşkê hevzayendê xwe rihetî, ji kerema xwe dema girtina dora serdanê, vê yekê jî ji me ra bibêje. 

Gelo ez dikarim zarokê xwe bi xwe ra bînim? 

Baştir ev e ku zarokê xwe hevrê di gel xwe neyînî, ji ber ku li vê derê derfetên ragirtin û xwedankirina zarokan tunene. Eger neçarî ku zarokê xwe bi xwe ra bînî, ji kerema xwe kesekî mezin jî bi xwe ra bîne da ku dema tu li nav klînîkê yî, ew li odeya libendêmanê li zarokan miqate be. Eger wiha nebe, renge em ji te bixwazin ku bêyî zarokê xwe vegerî klînîkê. 

Li kêleka cadeyê parkeke bedew û çend erdên lîstinê hene, tu dikarî zarokê xwe bispêrî kesekî pêbawer li wir.