What is the coil - Kurdish Kurmanji
Du cureyên pêşîlêgirtina ducanîbûnê ya di malzarokê de hene ku dikarin were danîn: yekê hormonî (IUS) û yekê bêhormon (IUD). Her du jî gelek caran bi navê 'coil' têne naskirin.


“Coil” gelekÎ efektÎv e (bi têkçûnê ya 8 di 1000 de), û dibe ku ji 5 heta 10 salan bimîne, li gorî cureyê wê. Ew biçûk e, ji plastîkê û bi şiklê T-yê, ku ji aliyê kesekî perwerdekirî ve tê denîn nav malzarokê de. Dema ku coil hat danîn, ne hewce ye ku her roj an wextê ku hûn têkiliya cinsî dikin li ser wê bifikirin.
Li klînîkê emê bi te re biaxivin û kontrol bikin ka Coil metodek başe ji bo te.
Berî ku Coil tê danîn
Ji bo ku em bikaribin coilê bi awayekî saxlem dînin, girîng e ku:
Tu têkiliyên cinsî neparastî nekin piştî ketina krassan (adeta mehane yan jinan) yan herî dawî. Ev tê wateya kondoman bikar bînin bi domdarî û rast, an şêwazek din a hormona pêbawer bikar bînin wekî heba, plaster, xeleka malzarokê, progestogen tenê heb, derzî an jî implant.
Heke ketina krassan ne muntezem e, divê hûn dermanên pir efektîv bikar bînin an jî xwe dûrî têkiliyên cinsî bixin bi kêmasî sê heftî berî danîna Coilê.
Di dema danîna coilê de
Piştî kontrolkirina li resepsiyonê, bijîjk an hemşîre wê ban tekin ji bo bi te re biaxivin û kontrol bikin ka Coil metodek başe ji bo te. ew ê ji te bipirsin gelo tu nexweşî li cem we hene tu û malbata te yan emeliyat çêkirni. Ew ê tenduristiya cinsî û tenduristiya qirika malzarokê jî nîqaş bikin. ge hertişt temam be ew ê karibin di dema serdanê de Coilê ji te re dînin. Ew serdan nêzîkî 30 deqîqe dom dike.
Hatinê Zarokan Bi Te Re
Zarok her gavê nayên destûr kirin ku bi te re were. Ev jî ji ber ku ne başe ku zarok di odeya klinîkê de bin. Heke tu zarokan bi xwe re bîne bêyî kesekê mezin, bijîjk dikare biryar bide ku wextekî nu bi wede.
Piştî ku we Coil çêkir
Piştî ku Coil hate danîn, bijîjk an hemşîre dê fêrî we bike ka meriv çawa
Kontrol biki ku ew hîn jî li cihê xwe ye. Girîng e ku hûn çend caran kontrol bikin ku Coil di cîh de ye, di meha yekem de, û dûv re jî piştî her ketina krasan an bi navberên birêkûpêk kontrol bikin (bi navbera her meh).
Ne pir muhtemel e ku Coil derkeve,lê heke hûn nikarin Coilê hîs bikin an heke hûn difikirin ku Coil ji ciyê xwe livîya, dibe ku hûn li hember ducaniyê bi tevahî ne parastî bin.
Ger hûn guman dikin ku Coil ji ciyê xwe liviyayi, an ji ci yê xwe derketiye, an êş û xwîn heye bi zû têkilî bi Sandyford bike ser vê hejmarê 0141 211 8130. Heta ku coilê te were kontrolkirin, parastina zêdetir bikar bîne, wek kondom. Heke di demeke nêzîk de te têkliya cinsî kiribi, dibe ku pêdivî be tu veya bikar bîni (Community Languages - Emergency Contraception (sandyford.scot)
Wergêr
Di dema serdanê de hûn karin wergêrkî bixwazin. ji me re bêji çi ziman û zarav û emê ji tere wergêrkî amade bikin. Karmendên Sandyford destûrê nadin ku kesek ji malbat an hevalên we wekî wergêr bikar bînin.
Erka nehênîbûnê
Her tiştê ku tu dibêjî dê bimîne taybet û naye aşker e kirin. Wergêr ji bo NHS Greater Glasgow and Clyde kar dikin. Divê ew li ser heman qaîdeyên nehênîbûnê yên hişk bişopînin ku li ser hemî bijîjk, hemşîre, şêwirmend û hemî karkirên tenduristiya tê bikaranîn.
Ne destûr e ji Wergêr ku bi kesekî re biaaxiv e li ser serdana te an tiştên ku di dema wêda hatin axaftin an çêbûn.