What is the contraceptive implant? - Kurdish Kurmanji
împlanta pêşîlêgirtina ducanîbûnê çi ye?
împlant tiştekî zirav e dikeve bin çermê milê jorîn. Ew ji hêla pisporek perwerdekirî ve tê danîn. dema împlant tê danîn piştre hewce nake her roj an wexta tu têkliya cinsî biki tu li ser bifikiri. împlant pir efektîv e ( tenê 5 ji 10,000 têkçûn heye). Dikare 3 sal bidome û paşê tu dikarî jê berdê.
Ev nahêle hêkdank hêke berde. qirika malzarokê qelew dike û mukozaya malzarokê tenik dike. ev tevgera avikê çetin dike di qirika malzarokê de û her wiha çetin dike ku aviskirin çê bibe di malzaokê de.
Dema danîna împlantê

Piştî kontrolkirina li resepsiyonê, bijîşk an hemşîre wê ban tekin ji bo bi te re biaxivin û kontrol bikin ka împlant metodek başe ji bo te. ew ê ji te bipirsin gelo tu nexweşî li cem we hene tu û malbata te yan emeliyat çêkirni. Ew ê tenduristiya cinsî û tenduristiya qirika malzarokê jî nîqaş bikin.
ge hertişt temam be ew ê karibin di dema serdanê de împlant ji te re dînin. Ew serdan nêzîkî 30 deqîqe dom dike.
Hatinê Zarokan Bi Te Re
Zarok her gavê nayên destûr kirin ku bi te re were. Ev jî ji ber ku ne başe ku zarok di odeya klinîkê de bin.hûn karin kesekî mezin bi xwere bînin ji bo lênerîna zarkan, ji ber ku dezgehên me yên lênêrîna zarokan tune ne. Heke tu zarokan bi xwe re bîne bêyî kesekê mezin, bijîşk dikare biryar bide ku wextekî nu bi wede.
Piştî ku împlant tê danîn
Şopandina rûtîn tune; lê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan an ji bo agahdariya bêtir Ji kerema xwe bi Sandyford re 0141 211 8130 têkilî bike û bixwazin ku bi hemşîreyek re biaxivin.
Paçê birînê ê ku dehêli herdû aliyê çerm hevdû bigrin navê wê steri-strip. Ji kerema ew paça 48 saetan li cih bihêle ji bo pêşgirtina
Enfeksiyona bakterî û kêmkirina xwîn û deqê reşûşîn. piştî 48 saetan wî paçikî rakin. ew paçik binî bi nermi dikare rebe bi avê. nekşîne.
Deverê paqij û zuwa bihêlin û ji bo her nîşanên enfeksiyonê temaşe bikin wek Werimîn, sorbûn, bêhna ji herêmê,
êşa zêde, hişkbûna cihê birînê, germahiya li dora birînê an jî tayê.
Ger hûn nîşanên enfeksiyonê bibînin, ji kerema xwe destpêkê bi dektor ê xwe re şêwir bikin.
Dema ku birîna we baş bû, kontrol bikin ku hûn dikarin împlanta xwe hîs bikin.
Ger nikaribin împlanta xwe hîs bikin bi Sandyford an bi doktorê xwe re têkilî bikin.
împlant divê her 3 salan bê guhertin.
Wergêr
Di dema serdanê de hûn karin wergêrkî bixwazin. ji me re bêji çi ziman û zarav û emê ji tere wergêrkî amade bikin. Karmendên Sandyford destûrê nadin ku kesek ji malbat an hevalên we wekî wergêr bikar bînin.
Erka nehênîbûnê
Her tiştê ku tu dibêjî dê bimîne taybet û naye aşker e kirin. Wergêr ji bo NHS Greater Glasgow and Clyde kar dikin. Divê ew li ser heman qaîdeyên nehênîbûnê yên hişk bişopînin ku li ser hemî bijîşk, hemşîre, şêwirmend û hemî karkirên tenduristiyê tê bikaranîn.
Ne destûr e ji Wergêr ku bi kesekî re biaaxiv e li ser serdana te an tiştên ku di dema wêda hatin axaftin an çêbûn.